Bafil Talebanî û Ebas Eraqçî bi telefonê hevdîtin kirin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi telefonê axivîn û Talebanî diyar kir ku ew tekezî li ser dîtina çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêkan û vegera bo diyalogê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser geşedanên dawî yên leşkerî û aloziyên li herêmê axivîn.

Di peywendiya telefonê de, Bafil Talebanî nêrîna YNK’ê anî ziman, ku ew hewl dide rewşê aram bike û çareseriyên aştiyane û diyalogê bigire da ku ewlehî û îstîqrara li Rojhilata Navîn biparêze.

Her wisa Ebas Eraqçî pesnê rola erênî ya Bafil Talebanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di parastina îstîqrara li Iraq û Herêma Kurdistanê de da û girîngiya berdewamiya têkiliyan tekez kir.